Bendava Tişrîn hêvîya gela ye
Hestîyê di gewrîya neyar de ye
Me wekî Kurd,Ereb, Aşûr û Ermen
Ji boyî azadîyê biryar da ye
Baskê evîna l’ tişrînê bi deng e
Evîna welat û gel şox û şeng e
Eşqa şervanan belav bû li welat
Bê azadî jîyan her sîyahreng e
Şervanên YPJ û Qesedê daye deng
J’ banga dîrokê re gel nema bêdeng
Şehîd Kerem û Hîva jinên ciwan
Dane şoreşa gelan awaz û reng
Kerem tu kerem û rûmeta me yî
Al û rêgeha azadîya me yî
Em kenê Te jibîr nakin delalê
Tu tirêjek j’ tîrêjên Roj’a me yî
4/2/2025 Silav û Rêz
Cîger EFRÎNÎ